Euro

37,0823

Dolar

34,2445

Altın

3.008,62

haberler
KURDÎ

Şehîd Îsmaîl Henîyye kî ye?

Rêberê Mucahîd Îsmaîl Henîyye ku ji xwendina xwe ya xwendekarî heta Serokatiya Meclîsa Siyasî ya Tevgera HAMASê bi şehadeta rêwitiya dirêj a berxwedanê di astên cuda de tacîdar kir, mîrateyek ji modela berxwedanê ya Filistînê hişt û kesayetek ku navê wî dê diyarî Filistînê kir.
  • Ekleme: 01.08.2024 10:49 Güncelleme: 01.08.2024 10:49
Ahmet Bilal Damar
Şehîd Îsmaîl Henîyye kî ye?

Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîye, li Îranê ji teref sûiqasata rejima sîyonîst ve hate şehîdkirin.

Piştî şehîdkirina Henîyye, pirsên weka Henîyye kî ye, mucadeleya wî ya jiyanê çawa bû, di daw û doza Qudsê de kîjan wezîfe girt hate rojevê.

Îsmaîl Henîyye di 23yê Gulana sala 1963an de li Xezzeyê di kampa Koçberan a Şatiyê de hate dinayayê Malbata wî piştî Nekbeya sala 1948an ji Askalanê hate vira.

Di sala  di sala 1987an de ji zanîngeha Xezzeyê ya îslamê mezûn bû.  Di sala 2009an de doktora zanîngeha Îslamê sitand.

FAALÎYETÊN SÎYASÎ

Henîyyeyê di çarçoveya "bloka Îslamê" ya ku di şaxa xwendekaran a Îxwanul Muslîm a li Xazzeyê temsîl dikir de dest bi xebatê kir û ji vir Hereketa Berxwedana Îslamî ya HAMASê derket holê.

Di navbera salên 1983 û 1984an de Endamtiya Meclisa Xwendekaran a Zanîngeha Îslamî ya Xezzeyê kir û piştî salekî, Serokatiya Civata Xwendekaran kir.

Di sala 1989an de heta 3 salan êsîr hat girtin û rejima îşxalê Henîyye avêt zîndanê. Piştre bi komek ji rayedarên HAMASê re sirgûnî Merc ez-Zuhurê ya ku li ser sînorê Libnan û Filistînê yek kirin.

Piştî ku salekî di sirgûnê de ma vegerîya Xezzeyê û li wir wek Dekanê Zanîngeha Îslamî hat tayînkirin. Piştî serbestberdana wî di sala 1997an de wek Serokê Ofîsa Şêx Ehmed Yasîn hat tayînkirin.

Piştî Dr. Ebdulezîz El-Rantîsî di sala 2004an de şehîd bû, wek Serokê Hereketa HAMASê hate hilbijartin.

Di Kanûna 2005an de, wî serokatiya lîsteya "guhertin û reforman" kir ku di hilbijartina duyemîn a Meclîsa Filistînê ya sala 2006an de piraniya rayan bi dest xist.

Hereketa HAMASê  di 16ê Sibata 2006an de ew wek Serokwezîrê Filistînê destnîşan kir û rojên din jî wek Serokwezîr hat tayînkirin.

Di meha Gulana 2017an de li şûna Xalid Meşal wek Serokê Biroya Sîyasî ya Hereketa HAMASê hat hilbijartin.

RASTÎ HEWLDANÊN SÛÎQASTAN HAT

Henîyê rastî gelek hewldanên sûîqestan hat; Herî dawî jî êrîşa teyareyên îşxalê hat rastkirin. Ev êrîş di sala 2003an de piştî operasyona şehadetê ya ku ji aliyê Tûgayên Qessam ve pêk hat, komek ji lîderên berxwedanê hedef girtibû.

Henîyyeyê ku di wexta Tofana Eqsayê ya di 7ê Cotmehê da dest pê kiribû de li Qetarê bû. Piştî ku xebera operasyonê bihîst bi hevalên xwe re secdeya şukrê kir.

Di 10ê Nîsanê de, di roja  ewil a Cejna Remezanê de, ji malbata Henîyyê 7 kes ku di nav wan de 3 kur û çend neviyên wî hebûn, di encama bomberdûmana artêşa îşxalker de şehîd bûn.

Her wiha di 24ê Hezîranê de ji malbata wî 10 kes di nav wan de xwişka wî jî hebû, di encama bombebaradina sîyonistan de şehîd bûn.

Henîyyeyê şehadeta xizmên xwe bi sebr, bi sekneke mezin û teslîmiyet qebûl kir.

Wî piştî xebera şehadeta zarok û neviyên xwe got weha got: “Xwîna kur û neviyên min ên şehîd ji xwîna zarokên xelkê Filistînê bi qîmettir nîne. Ez ji bo vê şerefa ku Xwedê daye min ji Xwedê re şukur dikim."

Henîyye di sala 2014an de ji bo nerazîbûna li ser dorpêçkirina Xezzeyê ya ku dewam dike axaftinekî tarîxî kir.

Henîyye di axavtina xwe de weha gotibû: "Em gel in, em xelk in, eger qerara we dorpêçkirin be, qerara me serkeftin e û eger qerara we ew e ku Xezze û xelkê Xezzeyê bixine ser çokan, wê demê qerara me tenê çokdana Xwedê ye, em serê xwe tenê li ber Xwedê ditewînin. Çawa ku dijminên me ji jiyanê hez dikin, em û xelkê me jî, ewqas ji mirinê hez dikin, Çawa ku yên din ji meqamên xwe hez dikin, em jî ji şehadetê hez dikin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.