Euro

37,0024

Dolar

34,2256

Altın

3.022,71

haberler
KURDÎ

Xamaneî: Em heyfgirtina Henîyye wek wezîfeyek dibînin

Rêberê Komarîya Îslam ê Îranê Ayetullah Seyyîd Elî Xamaneî, ji sûîqesta ku li dijî Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye hat lidarxistin re bertek nîşan da. Peyama ew ê heyfê bistînin da.
  • Ekleme: 01.08.2024 10:38 Güncelleme: 01.08.2024 10:38
Ahmet Bilal Damar
Xamaneî: Em heyfgirtina Henîyye wek wezîfeyek dibînin

Xamaneî, derheqê şehadeta Îsmaîl Henîyye de peyam da.

Xamaneî, di sûîqestê de rejîma sîyonîst mesul girt û weha got:

“Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm, Înna Lîllahî We Înna Îleyhî Racîûn. Xelkê Îranê ya bi rûmet, Serokê qehreman û bijarte yê Fîlîstînê Birêz Îsmaîl Henîyye doh êvarê gihaşt Xwedê û cepheya berxwedana mezin ket nav xemgînîyê. Rejîma sîyonîst a qatil û terorîst, mêvanê me yê birûmet di mala me de şehîd kir û dilê me peritand. Feqet ji bona xwe jî zemîneke cezaya giran amade kir. Şehîd Henîyye, bi salan e jîyana xwe ya birûmet di sehaya micadeleyê de derbas kir û ew ji şehadetê re amade bû. Ewlat û xizmên xwe di vê rê de feda kir. Ew, di rêya Xwedê de bû û di rêya xelaskirina ebdên Xwedê de bû û di vê rê de jî netirsîya ku şehîd bikeve. Feqet em, di vê bûyera tel û jandar ku di nav Komarîya Îslam a Îranê de pêk hatîye de heyfgirtina xwîna wî ji bo xwe wek wezîfeyek dibînin. Ez ji ummeta Îslamê re, ji cepheya berxwedanê re, ji xelkê birûmet û şanaz yê Fîlîstînê re, bi taybetî jî ji malbata rêhevalên wî yên ku bi wî re şehîd bûye re şîna xwe dişînim. Ez ji Xwedê dixwazim ku bila cîhê wan bilind bike.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.