Euro

36,9745

Dolar

34,2309

Altın

3.024,07

haberler
KURDÎ

Serokê Meclîsê Kurtulmuş: Henîyye di êrîşa namerdane ya îsraîlê de hat şehîdkirin

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, weha daxuyand, “Îsmaîl Henîyye, di êrîşa îsraîla sîyonîst a qetlîamker û dijminê însanîyetêye de hat şehîdkirin. Ji Xwedê Teala ji bo wî daxwazîya rehmê dikim.”
  • Ekleme: 31.07.2024 10:43 Güncelleme: 31.07.2024 10:43
Ahmet Bilal Damar
Serokê Meclîsê Kurtulmuş: Henîyye di êrîşa namerdane ya îsraîlê de hat şehîdkirin

Derheqê şehîdbûna Serokê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye de Serokê Meclîsa Tirkîyeyê Numan Kurtulmuş li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek hat parvekirin.

Kurtulmuş, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Dema ku musîbetek were ser serê wan ew dibêjin, ‘Bi rastî em aîdê Xwedê ne û bêguman em ê ji Wî re vegerin’

Ji Karwana Şehîdên Xezzeyê re micahîdek mezin jî beşdarî bû. Birayê me Îsmaîl Henîyye ku serokê sîyasî yê doza Fîlîstînê ye û ji malbata xwe gelek şehîdan daye, bi êrîşa namerdane ya îsraîla dijminê însanîyetê û sîyonîstê qetlîamker e ve hat şehîdkirin. Ji Xwedê Teala ji bo wî daxwazîya rehmê dikim, meqamê wî bila alî be, mekanê wî bila cennet be.

Weka ku bawer dikir dijîya, weka ku dijîya jî mir. Emrê xwe yê ku ji doza Fîlîstînê re feda kiribû, micadeleya ku dabû ji neslan re bû mînak. Sekina ku piştî şehadeta zarok û nevîyên xwe nîşan dabû û bawerîya wî ya nedihat hejikandin, Rebbê min wî jî bi şehadetê da mikafatkirin.

Weka ku merhûm Alîya Îzzetbegovîç jî gotibû; Me kirin binê axê feqet nizanibûn ku em tov in.

Ji hemû xelkê Fîlîstînê û însanên ku ji doza Fîlîstîna Azad re dil dane sebr û sersaxîyê dixwazim.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.