Euro

37,0012

Dolar

34,2280

Altın

3.021,49

haberler
KURDÎ

Komên Fîlîstînî şîna Henîyye dikin: “Xwîna serokê şehîd ew ê hebûna îşxalkeran bişewitîne!”

Komên berxwedanê yên Fîlîstînê, şîna Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye digrin û bal kişandin ku ew ê sûîqesta wî “ji bo dawîkirina sîyonîstên ku hemû sînora sûcan derbas kirîye berxwedan bidome.”
  • Ekleme: 31.07.2024 09:45 Güncelleme: 31.07.2024 09:45
Ahmet Bilal Damar
Komên Fîlîstînî şîna Henîyye dikin: “Xwîna serokê şehîd ew ê hebûna îşxalkeran bişewitîne!”

Tevgera Cîhada Îslam ya Fîlîstînê, şîna xelkê Fîlîstînê, gelê Erep û alema Îslamê, serokê netewî yê mezin û Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye digre.

Tevgera Cîhada Îslam ya Fîlîstînê di daxuyanîya belav kir de weha bal kişand, “Ev sûîqesta ku ji teref dijminê sûcdar ve ji nîşanekî berxwedanê re hetîye kirin, ew ê berxwedana ku li dijî dawîkirina sûca sîyonîstan tê kirin nede sekinandin.”

Tevger, ji HAMASê re, ji malbata serokê mezin, alîgir û hezkirîyên wî re şîna xwe ya samîmî pêşkêş kir û got ku “Li hember hebûna xwespkeran em ê bi berxwedana HAMASê re bin.”

Mahmud Abbas jî daxuyanîyek parve kir û got, “Ez vê bûyerê bi tundî şermezar dikim û ev sûîqestekî bi tirsonekî hatîye kirin. Ji berxwedana li hember îşxala îsraîlê tê kirin re banga metanet, sebir û yekîtîyê dikim.”

Cepheya Xelasbûna Xelkê Fîlîstînê jî ji bo Henîyye şînê girt û îfade kir ku ew ê li hember sîyonîstan rêya şehîdan bişopînin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.