Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Rejîma îşxalker ji Xan Yûnisê vekişîya

Rejîma îşxalker a sîyonîst, ji rojhilata Xan Yûnisa ku “herêma ewle” îlan kiribû û demeke dirêj li wê derê qetlîaman li dar xistibû vekişîya.
  • Ekleme: 30.07.2024 17:44 Güncelleme: 30.07.2024 17:44
Ahmet Bilal Damar
Rejîma îşxalker ji Xan Yûnisê vekişîya

Bi sedan Fîlîstînîyên ku ji ber êrîşên di 22yê Tîrmehê de dest pê kiribû mecbûr mabûn ku bajêr terk kiribûn, di seatên serê sibehê de ji malên xwe re vegerîyan.

Mirovên ku herêmê dîtin îfade kirin ku artêşa îşxalê goristana bajarokê jî tehrîp kirîye, hinek mezel jî hatine vekirin.

Îşxalkerên ku ji Xan Yûnisê vekişîyan, li paş xwe xerabûneke mezin hiştin. Ji teref Yekîneya Parastina Sîvîl ya Xezzeyê ve hat daxuyandin ku ew yek jê pîrek cenazeya 6 kesan jî ditine.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.