Euro

37,0024

Dolar

34,2256

Altın

3.022,71

haberler
KURDÎ

Ayetullah Xamaneî, bi serokê HAMAS û Cîhada Îslamî re hat cem hev

Rêberê Îngilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Seyyîd Alî Xamaneî, bi Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî yê Fîlîstînê Zîyad en-Nahale re hat cem hev.
  • Ekleme: 30.07.2024 16:51 Güncelleme: 30.07.2024 16:51
Ahmet Bilal Damar
Ayetullah Xamaneî, bi serokê HAMAS û Cîhada Îslamî re hat cem hev

Ayetullah Xamaneî, bal kişand ku di hevdîtinê de meseleya Fîlîstînê û alema Îslamê gotubej kirin.

Xamaneî di hevdîtinê de derheqê yekîtî û bihevrebûna komên berxwedanê de balan kişand û got, “Di Herba dawîn a Xezzeyê de, me dît ku dijmin di navbera komên berxwedanê de fitneyê çêdike. Encax ew serfiraz nebûn. Ji ber vê yekê divê em di meseleya yekîtî û bi hevrebûnê de gelek bidîqet bin û xwe gelek pêşve bibin, di vê rêya rast de bi qewet berdewam bikin.”

Ayetullah Xamaneî, “Axên Fîlîstînê axê hemû Misilmanan e. Ji ber vê yekê divê hemû Misilman ji bona ku wî azad bikin derkevin sehayê. Ev wezîfeyekî dînî ye.”

Henîyye derheqê bûyerên dawîn a li Şerîaya Rojavayê de ji Xamaneî re agahîyan.

Zîyad en-Nahale îfade kir ku ew ê komên berxwedanê ji axên Fîlîstînê dernekevin û heta xelasîya Qudsê ew ê micadeleya xwe bidomînin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.