Euro

37,0118

Dolar

34,2334

Altın

3.022,01

haberler
KURDÎ

Li Dîyarbekirê ji bo erdan şer derket: 1 mirî, 6 birîndar

Li Dîyarbekirê di navbera xizmên hev de bi çek û kêran şer derket, di encama şer de pîrekek canê xwe ji dest da, 2 jê giran 6 kes jî birîndar bûn.
  • Ekleme: 30.07.2024 16:48 Güncelleme: 30.07.2024 16:48
Ahmet Bilal Damar
Li Dîyarbekirê ji bo erdan şer derket: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Bajara Nû ya Dîyarbekirê, di seatên serê sibehê de bi çek û kêran şer derket, di encamê de pîrekek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn û ji wan 6 kesan 2 kes jî mirovên ku di rê de derbas dibûn in. Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran in.

Di seatên serê sibehê de ji Xeta Xebera Whatsapp a ÎLKHAyê re xeberek hat şandin û hat îfadekirin ku bûyer li Ceddeya Şehîtlîk a navçeya Bajara Nû pêk hatîye.

Hat destnîşankirin ku di navbera xizmên hev de ji ber nerazîbûna erdan nîqaş derket û dûre ew nîqaş bi derxistina kêr û çekan ji şer re vegerîya.

Di şerê bi kêr û çekdarî de Sidika K. û 6 kesên dinê birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Selaheddîn Eyyûbî, Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku Sidika K. ku rewşa wê giran bû digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da, rewşa 2 kesan jî giran in.

Hat ragihandin ku polês 2 şikdaran binçav kir û ji bo mirovên dinê yên ku beşdarî şer bûne biqefêlin xebat dan destpêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.