Euro

37,0037

Dolar

34,2292

Altın

3.023,37

haberler
KURDÎ

Li Sabîha Gokçenê ji sedî 5ê seferan hatin betalkirin

Endustrîyên Hewa û Fîrmaya Balafirgehê (HEAŞ) ya fîrmaya Balafirgeha Sabîha Gokçenê, daxuyand ku ji ber rewşa hewaya xerab di Sabîha Gokçenê de ji sedî 5ê seferan hatin betalkirin.
  • Ekleme: 26.07.2024 16:49 Güncelleme: 26.07.2024 16:49
Ahmet Bilal Damar
Li Sabîha Gokçenê ji sedî 5ê seferan hatin betalkirin

Hat îfadekirin ku îro ji ber rewşa hewaya xerab di Sabîha Gokçenê de ji sedî 5ê seferan hatin betalkirin.

HEAŞ, daxuyand ku seferên heta seat 15.00an hatine kêmkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref HEAŞê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin:

“Di Balafirgeha Sabîha Gokçenê de di 26ê Tîrmeha 2024an de ji ber şertên xerab ên meteorolojîyê, li gorî qerara ku di Komîteya Rewşa Acîl a Meteorolojîyê de hatîye girtin seferên ku heta seat 15.00an in ew ê ji sedî 5 bêne betalkirin. Ji hemû rêwîyan re tê tewsîyekirin ku bila derheqê seferên xwe û rewşa hewayê de şîrketên xwe bişopînin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.