Euro

37,0118

Dolar

34,2334

Altın

3.022,01

haberler
KURDÎ

Li Mêrdînê ji ber lihevnekirina erdan bi çekan şer derket: 2 mirî, 1 giran birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê di navbera du malbatan de ji ber meseleya erdan bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî giran birîndar bû.
  • Ekleme: 26.07.2024 16:42 Güncelleme: 26.07.2024 16:42
Ahmet Bilal Damar
Li Mêrdînê ji ber lihevnekirina erdan bi çekan şer derket: 2 mirî, 1 giran birîndar

Bûyer, li gundê Xursa navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du malbatan de ji ber nerazîbûna erdan bi çekan şer derket.

Di encama şerê çekdarî de; Ş.A. û A.A. canê xwe ji dest dan û N.A. jî giran birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Birîndar N.A. bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.