Euro

37,0037

Dolar

34,2292

Altın

3.023,37

haberler
KURDÎ

Li Stenbolê 15 wesayît li hev qelibîn: 7 birîndar

Li ser rêya E-5 a Beylîkduzuya Stenbolê 15 wesayît li hev qelibîn û qezayeke zîncîrî pêk hat, di encamê de 7 kes birîndar bûn.
  • Ekleme: 24.07.2024 17:01 Güncelleme: 24.07.2024 17:01
Ahmet Bilal Damar
Li Stenbolê 15 wesayît li hev qelibîn: 7 birîndar

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê Haramîdereyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 10 wesayît ji ber rêya ku ji ber baranê şimitoqî bûbû li hev qelibîn.

Ji ber ku 100 metre dûrê bûyerê wesayît ji nişkav ve sekinîn 5 wesayîtên dinê jî li hev qelibîn. Di encamê de 15 wesayît qeza kirin û 7 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.