Euro

37,0475

Dolar

34,2330

Altın

3.011,71

haberler
KURDÎ

Dîyanetê, ji CHPyê ku xitbeya Înê hedef girtibû re bertek nîşan da

Serokatîya Karên Dîyanetê daxuyanîyek parve kir û weha got, “Xitbeya Înê, bi gotinên ‘beredayî’, ‘bêhed’ bi ûslûbekî ku mirovan diêşîne û derheqê meseleyê de ti lêkolînek nehatîye kirin hatîye nirxandin, welatîyên me yên ku Xitbeya Înê gohdar dikin û endamên Serokatîya me ji kurîtî ve birîndar bûne.”
  • Ekleme: 24.07.2024 16:52 Güncelleme: 24.07.2024 16:52
Ahmet Bilal Damar
Dîyanetê, ji CHPyê ku xitbeya Înê hedef girtibû re bertek nîşan da

Berdevkê CHPê Denîz Yucel di daxuyanîya çapemenîyê de derheqê Prof. Dr. Alî Erbaş û xitbeya înê de gotinan gotibû û Dîyanetê jî li ser gotina Yucel daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Dîyanet di daxuyanîya xwe de îfade kir ku gotinên derheqê xitbeya ku di 19ê Tîrmeha 2024an de hatine gotin bêsiûd û xemgîn e.

Dîyanet gotinên Yucel weha diyar kir:

“Endamên çapemenîyê yên biqîmet, Serokekî Karên Dîyanetê heye ku ji eqlan re zerar e! Mêrik dibêje qey ew Şeyxul Îslam e. Roja Îna borî di xitbeya ku di Camîîya Navend Duzce Akçakocayê de xwendibû de bi gotinên, ‘Divê pîrek xeyn ji rû, dest û nigên wan xwe binixumînin, divê pîrek û ciwan di emrên xwe yên ciwan de yanê zû bizewicin.’ Tewşomewşo xeber dabû. Ev zilamê ku bi bûdçeya bêhed a Dîyanetê seltenatê hikum dike, li gorî makeqanûna me bîrva dike ku Dewleta Komarîya Tirkîyeyê, ‘Dewletekî Demokratîk, Laîk û hiqûqa civakî ye.’ Elî Erbaş ger ku te bîrva kiribe em ji nû ve bikin bîra te! Heddê xwe zanibe. Ev der Komarîya Tirkîyeyê ya ku Mustafa Kemal Atatirk damezrandîye ye! li Tirkîyeyê pîrek bi serê xwe dikarin qerarê bidin ku di kîjan emrê xwe de bizewicin. Li Tirkîyeyê pîrek, ji bona ku hûn dixwazin ew ê xwe nekin nav çar dîwaran.”

“Gotinên ku di xitbeyê de hatine gotin, heqîqetên ku bi sedsalan e Misilman dizanin in”

Dîyanet, li hember van gotinên Yucel weha nirxandinek kir:

“Divê em pêşî îfade bikin ku, Serokê me yê Karên Dîyanetê, di xitbeya Înê de, di warê hal û hereketên zilam û pîrekên Misilman de ayetên Quranê yên Sûreya Ehzabê ayeta 59emîn û Sûreya Nûrê ayetên 30-31emîn û derheqê meseleyê de hedîsên Pêxemberê me anîtîye ziman û qal kirîye. Gotinên ku di xitbeyê de hatine gotin, heqîqetên ku bi sedsalan e Misilman dizanin û di kitêbên îlmîhalê de derbas dibin in.

Di heman meseleyê de di Qurana Pîroz û hedîsên Pêxemberê me de jî di warê mesulîyeta zewacê de tewsîye û emir hene. Di Sûreya Nûrê ayeta 32yemîn de jî derbas dibe ku bila Misilmanan ji xwe re malbatek saz bikin û ji bona ku wê malbatê saz bikin jî ji xwe re zorîyê çênekin hêsanîyê bikin. Ev jî ji hemû Misilmanan re wek wezîfeyek hatîye dayîn.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.