Euro

36,9967

Dolar

34,2357

Altın

3.020,74

haberler
KURDÎ

Rejîma sîyonîst êrîşê Xan Yûnisê kir: Di nav 24 seatan de 89 kes şehîd bûn

Ji ber êrîşên rejîma îşxalker ku di nav 24 seatên dawîn de li Xan Yûnisê li dar xist di navbera wan de pîrek û zarok jî hene 89 kes şehîd bûn, 263 kes jî birîndar bûn.
  • Ekleme: 24.07.2024 16:49 Güncelleme: 24.07.2024 16:49
Ahmet Bilal Damar
Rejîma sîyonîst êrîşê Xan Yûnisê kir: Di nav 24 seatan de 89 kes şehîd bûn

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Rejîma sîyonîst, li dijî bajara Xan Yûnisê ji alîyê hewa, bejahî û behrê êrîşan li dar dixe û herêmên sîvîlan hedef digre.

Di encama wan êrîşan de herî kêm 89 kes şehîd bûn, 263 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê ve derheqê êrîşê de daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji doh serê sibehê vir ve 13 xanî hatine xerakirin, li herêma ewlehîyê 190 xanî û avahî hatin bombekirin, li herêmên cuda yên bajêr 130 êrîş hatin lidarxistin, 68 kes jî hêj winda ne.

Berdevkê artêşa qaşo yê rejîma îşxalker Avichay Adraee, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew ê ji herêmên ku berê herêmên ewlehî îlan kirine re jî êrîşan li dar bixin û ji ber vê yekê bila wan deran bêne valakirin.

Adraee, xwestibû ku bila Fîlîstînîyan ji bona demeke demborî biçin El-Mewasîyeyê.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.