Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Qassam: Me di kemîna li Refahê de 14 leşkerên îşxalê kuşt û birîndar kir

Tûgayên Qessam, daxuyand ku ew di encama du kemîna ku li kampa penaberan a Yabnayê li dar xistin de 14 leşkerên rejîma îşxalker kuştine û birîndar kirin.
  • Ekleme: 24.07.2024 16:45 Güncelleme: 24.07.2024 16:45
Ahmet Bilal Damar
Qassam: Me di kemîna li Refahê de 14 leşkerên îşxalê kuşt û birîndar kir

Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li bajara Refahê li kampa penaberan a Yabnayê li dijî leşkerên îşxalkeran kemîn li dar xistine.

Qessam, diyar kir ku ew di kemînekî de leşkerên îşxalê kaşê tinêlekî kirine û tinêlê teqandine, di encamê de 5 leşkeran kuştine û birîndar kirine.

Di heman demê de Qessam îfade kir ku ew li herman herêmê di nav malekî de kemînek tertîp kirine û dema ku leşker ketine nav xanî kemînê teqandine; di vê operayonê de jî 9 leşkerên îşxalê hatine kuştin û birîndarkirin.

Hat diyarkirin ku micahîdên Qessam di seatên serê sibehê de jî li herêma Cuhr el-Dîkê li dijî hêzên îşxalkeran bi topên hewanê operasyon li dar xistine û wan îmhe kirine.

Xeyn ji van agahîyan hat îfadekirin ku ew li nêzê Camîya El-Zelalê buldozerekî “D9”ê bi roketa Yasîn 105an hedef girtine.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.