Euro

36,9878

Dolar

34,2427

Altın

3.027,68

haberler
KURDÎ

Siyonistên terorîst li Xan Yunusê dîsa qetlîam kirin: 27 şehîd

Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker careke din êrîş birin li ser Xan Yunusê û 27 kes şehîd kirin.
  • Ekleme: 22.07.2024 16:50 Güncelleme: 22.07.2024 16:50
Ahmet Bilal Damar
Siyonistên terorîst li Xan Yunusê dîsa qetlîam kirin: 27 şehîd

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker vê şeveqê bi balafiran careke din êrîş birin li ser Xan Yunusê. Di encama êrîşên hovane yên ku hatin kirin de heta niha 27 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar û naaşên wan kesên ku şehîd bûn hatin rakirin Nexweşxaneya Xan Yunusê.

Tê diyarkirin ji bilî qetlîamên ku tên kirin siyonistên îşxalker bi dara zorê Filistînîyan ji Xan Yunusê dide koçkirin.

Ji teref Parastina Sîwîl a Xazzeyê ve hat diyarkirin siyonistên terorîst daxwaz dikin ku zêdetirî 400 hezar kes koçî rojhilata Xan Yunusê bikin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.