Euro

37,0037

Dolar

34,2292

Altın

3.023,37

haberler
KURDÎ

Ciwanê ku li Şerîaya Rojavayê ji esaretê xelas bûbû şehîd ket

Li El Xelîla Şerîaya Rojavayê ciwaneke ku guleyên rejîma îşxalkeran lê ketibû û giran birîndar bûbû, şehîd ket.
  • Ekleme: 20.07.2024 13:37 Güncelleme: 20.07.2024 13:37
İLKHA
Ciwanê ku li Şerîaya Rojavayê ji esaretê xelas bûbû şehîd ket

Rayedarên tenduristîyê ya Nexweşxaneya Netewî ya bajara El Xelîlê, diyar kir ku ciwaneke bi navê Îbrahîm Hemze Îbrahîm Zeakîk (20), li Beyt Ummarê ji teref îşxalkeran ve hat şehîdkirin.

Di seatên êvarê de li bajaroka Beyt Ummarê hêzên îşxalkeran êrîşên derdorê kirin, di encama êrîşê de Fîlîstînîyan jî bersivê dan wan û pevçûn derket.

Hat îfadekirin ku di encama pevçûnê de gelek kes ji serê xwe birîndar bûn gelek kes jî ji ber xaza îsotê bijehrê ketin.

Hat destnîşankirin pevçûn li nêzê camîya kevn a ku li navenda Beyt Ummarê ye û ji ber ku hêzên îşxalkeran êrîşan li dar xistin derketîye, şehîd Zeakîk jî li vê herêmê şehîd ketîye.

Hat hînbûn ku şehîd du hefte berê ji zindanên îşxalê hatîye serbestberdan û 2 sal berê jî di êrîşeke îşxalkeran de birîndar bûbû.

Komên Netewî û Îslamî yên li Şerîaya Rojavayê piştî şehadeta Zeakîk şîna giştî û greveke mezin îlan kirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.