Euro

37,0387

Dolar

34,2337

Altın

3.014,70

haberler
KURDÎ

Tê hêvîkirin Pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê ew ê hefteya hatî bikeve rojeva Sazîya Giştî

Ji teref HUDA PARê ve ji bona ku welatîyên dualî yên ku beşdarî qetlîama Xezzeyê bûne welatîbûna wan bê betalkirin û ew bêne cezakirin pêşnîyaza qanûnê hatibû pêşkêşkirin û ew pêşnîyaz ji bona ku di Meclîsê de bê gotûbejkirin hatibû qebûlkirin, ji ber vê yekê tê hêvîkirin ku ew pêşnîyaz vê hefteyê bê Meclîsê û bê gotûbejkirin.
  • Ekleme: 20.07.2024 13:34 Güncelleme: 20.07.2024 13:34
İLKHA
Tê hêvîkirin Pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê ew ê hefteya hatî bikeve rojeva Sazîya Giştî

HUDA PARê pêşnîyaz dabû ku bila mirovên ku sûca qirkirinê û sûcên ku li hember însanîyetê tê kirin ne tenê ji teref Wezareta Edaletê ve doz bê vekirin û li Tirkîyeyê bêne darazandin, wan mirovên ku beşdarî sûcê bûne bila ji welatîyê bêne derxistin û dest li ser malê wan bê dayîn. Ew pêşnîyaz ji bona ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de bê gotûbejkirin hatibû qebûlkirin.

Tê hêvîkirin pêşnîyaza qanûnê ku ji sireya 158emîn hatibû çapkirin û ji parlamenteran re hatibû belavkirin ew ê vê hefteyê bê Sazîya Giştî.

Encax ger ku pêşnîyaza qanûnê di Sazîya Giştî de, ji pêşîya sireyê ya rojevê re neyê girtin ew ê hevdîtina pêşnîyazê herî kêm 2 meh paşê bê gotûbejkirin.

HUDA PARê, dixwaze ku bila ev pêşnîyaz ji sireya pêş re bê girtin heta ku Meclîs neketîye betlaneyê bila bê qebûlkirin.

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di daxuyanîya ku doh belav kiribû de, got ku ew dixwazin bila hevdîtina ev pêşnîyaza qanûnê ji sireya pêş re bê girtin û heta ku Meclîs neketîye betlaneyê bê qanûnîbûn, ji bo van daxwazîyan Ramanli bang li partîyên sîyasî kiribû.

Xelkê Tirkîyeyê jî dixwaze ku bila ev pêşnîyaz bi lez û bez bê qannûnîbûn.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.