Euro

37,0024

Dolar

34,2256

Altın

3.022,71

haberler
KURDÎ

HAMAS: Qerara Knesset a redkirina avakirina Dewleta Filistînê nederbasdar e

Qaşo meclîsa rejîma siyonîst teklîfa dijayetî kirina li hember avakirina dewleta Filistînê qebûl kir. HAMASê bertek nîşanî vê qerarê da û di daxuyanîyê de hate gotin, "Qebûl kirina qerarê ji teref knesetê qerareka pûç e ku ji teref îşxalkerên axên Filistînê îşxal kirine ve hatiye dayîn û tehqîr kirina qerarên konseya ewlehî ya neteweyên yekbûyî ye.”
  • Ekleme: 20.07.2024 13:28 Güncelleme: 20.07.2024 13:28
İLKHA
HAMAS: Qerara Knesset a redkirina avakirina Dewleta Filistînê nederbasdar e

Di çend mehên dawî de Îspanya, Norweç, Îrlanda û Ermenistanê qerara nasîna dewleta Filistînê dabûn.

Bi vî awayî ji 194 dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî 147ê wan dewleta Filistînî nas kiribûn. Ev reş jî nerehetîyeka mezin dabû siyonîstan.

Rejîma îşxalkera siyonîst ku ev rewş tehemul nekir li qaşo meclîsa xwe teklîfa redkirina damezrandina Dewleta Filistînê qebûl kir.

Piştî bûyerê HAMASê peyameka bertekê belav kir û dest nîşan kir ku ev qerara yekalî ku ji teref siyonîstan ve hatiye dayîn pûç e.

HAMAS got ku, “Qebûl kirina qerarê ji teref Knesetê qerareka pûç e ku ji teref îşxalkerên axên Filistînê îşxal kirine ve hatiye dayîn. Em teyîd dikin ku ewê gele me li hember şerê faşist ya hikumeta terorê berxwedan û mucadale û parastina xwe ya meşrû bidomîne. Ev biryar meydan xwestine ji civaka navneteweyî û tehqîr kirina qerara konseya ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ye ku endambûna giştî dabû Filistînê.”

Herwiha HAMASê derheqê vê biryara sosret de bang li civaka navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo sekinandina van biryar û kiryarên sûcdar ên meclisa îsraîlê û ji bo ku gelê Filistînê bigihêje hemû mafên xwe, bi cidî tevbigere.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.