Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Îran: îsraîl wê di şerê bi muttefîkên Tehranê re têk biçin

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku Tehran li hemberî tehdîdên rejîma îşxalker bêkar namîne û ragihand ku sîyonîst di şerê bi muttefîkên Tehranê re wê têk biçin.
  • Ekleme: 17.07.2024 16:01 Güncelleme: 17.07.2024 16:01
Ahmet Bilal Damar
Îran: îsraîl wê di şerê bi muttefîkên Tehranê re têk biçin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Bakirî Kanî li hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Newsweek re ragihand ku rejîma sîyonîst di şerê bi muttefîkên xwe yên ku ji komên berxwedêr ên Îranê pêk tên dê têk biçe.

Kanî bal kişand ser wê yekê ku Washington ne navbeynkarek rast e ji ber ku ew rejîma îşxalker bi çekên kujer ên xelkê Xezzeyê fînanse dike û got, eger Emerîka di rola xwe ya navbeynkariyê de ciddî be, divê şandina çekan bisekinîne.

Kanî hişyarî da rêjîma îşxalker ku şer li herêmên din yên wekî Lubnanê belav neke û tekez kir ku ev yek wê bibe sedema ziyanên zêdetir.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.