Euro

37,0037

Dolar

34,2292

Altın

3.023,37

haberler
KURDÎ

Li 57 bajaran de operasyona tiryakê: 396 binçavî

Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku di operasyona Narkoçelîk-27ê ya ku li 57 bajaran hat kirin de 1 ton û 700 kîlo tiryak hat bidestxistin û 396 şikdar hatin girtin.
  • Ekleme: 17.07.2024 15:46 Güncelleme: 17.07.2024 15:46
Ahmet Bilal Damar
Li 57 bajaran de operasyona tiryakê: 396 binçavî

Wezîr Yerlikaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, diyar kir ku li 57 parêzgehan li dijî rêxistinên sûc ên herêmî yên ku ji aliyê bazirganên tiryakê, hilberînerên tiryakê û kesên ku wan difiroşin operasyonên "Narkoçelîk-27" hatin kirin.

Yerlikaya diyarkir, ji teref Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê ve di kordînasyona Midûriyeta Mucadeleya Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê de; tevî 990 ekîp, 2 hezar 475 personel, 8 amûrên asîmanî û 34 kûçikên dedektor ên tiryakê; li 57 parêzgehan wek Diyarbekir, Enqere, Entab, Stenbol, Îzmîr, Qonya, Edene, Antalya, Tokat, Semsûn, Riha, Meletî, Seqerya, Bûrsa, Mereş, Denîzlî, Mûxla, Qocelî, Ordû, Tekîrdax, Trabzon, Êlih, Qeyserî, Elezîz, Nevşehîr, Nîxde, Osmanîye, Mêrsîn, Afyonkarahîsar, Duzce, Karabuk, Şirnex, Sînop, Ûşak, Yalova, Zonguldak, Aydin, Semsûr, Aksaray, Bîlecîk, Bedlîs, Çorum, Karaman, Kîlîs, Mûş û Wanê ku operasyonên Narkoçelik-27 hatin lidarxistin.

Di operasyonan da 1 ton 700 kîlo maddeyên tiryak û 1 milyon û 181 hezar hebên narkotîkê hatin bidestxistin, 396 tiryakfiroş û firoşkarên kolanan hatin girtin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.