Ji bo Fesîh Xoce li ser qebra wî ya ku li Çinarê ye bernameya yadkirinê hat tertîpkirin. Ji bernameyê re Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Zeynul Abîdîn Gulsever jî beşdarî bû.

Bername bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir û dûre bi axavtinên mirovan berdewam kir.

Mahmut Akgul ku hevaldozê Fesîh Xoceye axavtineke kurt kir.

Akgul bal kişand ku Guler Xoce digel hemû zehmet û meşaqetan micadeleya wî ya Îslamî balan kişand.

“Em bi wesîleya wan bi doza Îslamî re hev nas kir”

Akgul weha got, “Em, şahid bûn ku şexsîyetên ku em ji wan re dibêjin alim bi kufrê re kar kirine, ji Misilmanan re dijmantîyê dikirin, Muminan jî li welatê wan wan kirine wek penaberan. Di demeke wisa de hinek Misilmanên wek Habîbî Neccar derketin ortê ku ew însanan dawetî heqîyê dikin. Wa ev ezîzan jî ew Misilmanan in. Em bi wesîleya wan bi doza Îslamê re hev nas kir û ez dikarim bibêjim ku li ser rûyê erdê dozeke ewakî tineye.”

Akgul îfade kir ku şexsîyetên wek Fesîh Guler Xoce ji bo ev dozê mînaka bereketê ye, jîyaneke ku bi zîndan, îşkence û hîcretê derbas bûye ye.

Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar

Akgul diyar kir ku li gorî “Sinetullah” gerek van ezîyetan bêne kişandin:

“Yên ku doza Îslamê dane ser milên xwe her dem bi çîle û ezîyetan rûbirû ne, em jî bi vêya îftîxar dikin. Çîmkî ew ê neslên ku werin bibînin ku ezîyet û çîleyên ku ji bo doza Îslamê têne kişandin di dîroka sehabîyan de tenê nemaye û ew ê ferq bikin ku Misilmanên îro jî zilm û ezîyetan dibînin wek sehabîyan. Divê em jî ji bona ku doza xwe pêşve bibin micadeleyê bikin.”

Bi taybetî Fesîh Guler Xoce ji ber xebatên xwe yên salên 1990yan de bikaranîtibû, di dewra 28ê Sibatê de îşkenceyan dîtibû û ji ber wan îşkenceyan gurçikên wî îflas kiribûn. Fesîh Xoce 4 sal berê ji ber nexweşîna Covîd-19ê di 18ê Tebaxa 2020an de canê xwe teslîmê Xwedayê xwe kir.