37,1205
34,2569
3.012,30
SERKAN RAMANLI haberleri sayfasında SERKAN RAMANLI hakkında son dakika haberler ve güncel bilgiler bulunmaktadır.
Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, ji bona ku di dersên bijarte de “zimanê dayîkê bê hilbijartin” balan bikşîne bi Kurmancî axivî, wî daxuyand ku ew ji îro pê ve ji bona ku zarokan di warê zimanê dayîkê de teşwîq bikin seferberîya şiûrkirinê dane destpêkirin.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli ji bo çend zîyaretan hat Wanê, di daxuyanîya ku derheqê nîqaşên makeqanûna nû de têne kirin de weha got, “Êdî ew ê ev milet bi makeqanûneke ku layiq e û heq dike re xwe nas bike. Ew ê ev sîstem bi makeqanûnî jî bê rastkirin.”
Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Divê di pêvajoya çêkirina makeqanûnê de îradeya xelkê esas bê girtin. Desthilatdarî bê şert û merc yê miletê ye. Di meseleya çêkirina makeqanûnê de ger ku îradeya derbekaran bê esasgirtin, tê vê maneyê ku îradeya xelkê tune tê hesibandin.”
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Navendên manîpulasyon a sîyonîstan navê xwe veşêr nadin û peyamên ku armanc dike HUDA PARê reş bike davêjin, heman peyam jî ji teref derdorên Kemalîst û çepgiran û hesabên ku nêzê PKKê ne ve jî hatine parvekirin, ev jî careke din nîşan dide ku ev îftîrayên alçaxî bi şekleke organîzeyî tê kirin.”
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli li Enqereyê di bernameya ku ji bo Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye ku şehîd bûbû hat tertîpkirin de axivî û got, “Em wek însanên ehlê wijdan yê dinyaya azad dixwazin ku tev bi hev re xelasîya Xezze û helakbûna sîyonîstan bibînin.”
Berdevkê HUDA parê û parlementerê Êlihê Serkan Ramanli, di meclîsê de civîna medyayê lidar xist. Ramanli bang li parlementeran kir ku hêj meclîs têneketiye tatîlê bila teklîfa wan a derheqê sîyonîstên him welatiyê rejima sîyonîstin him jî welatiyên Tirkyeyê ne bê meclîsê û muzakere bikin.
Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.