Sîyonîstên îşxalker dibistaneke Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Filistînîyên ku ji Kampa Bureyc a bajarê Deyr el-Belahê li navenda Xezzeyê sitar bûn, kirin hedef.

Di encama Dibistana Ebû Hemîse ya ku di bin banê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) kar dike de 3 Filistînî şehîd bûn.

Di encama şewata ku li dibistanê ji ber êrîşa işxalkeran derket de 15 konên ku malbatên Filistînî tê de diman şewitîn. Li bajarê Refahê li başûrê Xezzeyê ekîbên tenduristiyê gihîştin cenazeyên 9 Filistînîyên ku doh di encama êrişa îşxalkeran a li rojhilatê vî bajarî de li dijî Filistîniyan şehîd bibûn.

Li Xezzeyê 25 hezar birîndar divê bêne tehlîyekirin Li Xezzeyê 25 hezar birîndar divê bêne tehlîyekirin

Di daxuyanîya ku ji teref Midûriyeta Parastina Sivîl ve hat dayîn de hat ragihandin ku di encama bombebarana sîyonîstên îşxalker de li Xezzeyê malek 3 Filistînî şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Kaynak: İLKHA