KURDÎ

Bi bexşkirina gustîrka xwe ji Xezzeyê re bû piştgirî

Xaltîya ku li Rihayê dijî, li hemberî qirkirina Xezzeyê bêdeng namîne û gustîrka pêçîya xwe teslîmî Kerwana Hêvîyê kir.

Piştgiriya ji kampanyayên alîkarîyê yên ku li alema Îslamê di dema qirkirina ku ji teref rejîma îşxalekr a sîyonîst ve li Xezzeyê hat kirin de hatin destpêkirin dewam dike. Gelê Misilman ku li hemberî qetlîamên li Xezzeyê bêdeng namîne, ji 7 salî heta 70 salî mînaka hessasîyetê nîşan dide.

Xalîtîyeke ku li Rihayê dijî, li hemberî qetlîama Xezzeyê bê deng namîne û ji bo nûnertîya Kerwana Hêvîyê ya Rihayê ya ji bo Xezzeyê bê şandin, gustîrka pêçîya xwe teslîm kir.

Xaltî weha got, "Li dijî bûyerên li Xezzeyê diqewimin divê em çi ji destên xwe tê bikin" û bang li derdora xwe kir ku hestiyar bin û alîkarîyê bikin. Rayedarên weqfê diyar kirin ku ev piştgirî wê hêvîyê bide gelê Xezzeyê û ew ê alîkarîyê bigihînin Xezzeyê û alîkarîyê bidin kesên hewcedar.